Xezal Xezal de hayê hayê
Îro minê dîbû mala Xezala min barkir
çû zozana oy cefayê
Şewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê... hayê
Ezê van kulê dilêm heya dare bûye jtere bibim
Cem aşiq û cem xozana.. oy cefayê
Gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin
Ma rûkê Xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy Xezal
Xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan
Ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê
Xezal biyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa
Belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal
Îro minê bala xwe didim çiyayê Sîpanê Xelatê berfê lêkir oy Xezal
Dîsa min dît bilbilê malxirab di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê
Sala par heta van çaxana Xezal ya min bû
Sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir
Xezala min biyan e
Gelî gundyan û cîranan ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê
Xezal xezal sözleri, Muzik2.Net sayfasından yayınlanmıştır.
http://sarkisozleri.muzik2.net
Şivan Perwer