Şivan Perwer - Kîne em Sözleri


Cotkar û karker
Gundî û rêncber
Hemû proleter
Gelê Kurdistan
Şoreş û volqan
Tev dînamêt in
Agir û pêt in
Sor in wek etûn
Agir giha qepsûn

Gava biteqin
Dinya dihejî
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?

Em in rojhilat
Tev birc û kelat
Tev bajar û gund
Tev zinar û lat
Ji destê dijmin
Dijminê xwînxwar
Xurt û koledar
Ji Rom, ji Fireng
Di rojên pir teng
Bi kûştin û ceng
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kîne em?
Hey hey hey kîne em

Kîne em?
Gelê serfiraz
Dijminê dijmin
Dostê aştîxwaz.
Em xweş mirov in
Ne hirç û hov in
Lê çibkim bê şer
Dijmin naçî der
Bav û kalê me
Dijîn tev serbest
Naxwazin bijîm
Ta ebed bindest
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?

Em in ew Kurdê serhişk û hesin
Îro jî dijmin ji me ditirsin
Bîna barûdê
Kete pozê min
Dixwazim hawîr
Biteqim ji bin
Dîsa wek mêra
Bikevin çiya
Naxwazim bimrim
Dixwazim bigrim
Kurdistana xwe
Axa Mîdîya
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?

Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar
Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar
Em in ew Lolo
Kardox û Kudî
Em in Mad û Goş
Horî û Gudî
Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor
Em in, em Kurd in li jêr û li jor

Çend hezar salin
Kurdistana me
Perçe perçe ma
Bindestê dijmin!

Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc

Ji dest xwe berdan ew text û ew tac
Hinek bûn axa, hinek jên bûn beg
Hinek jên bûne cahşê jardara
Kurdistan firot wan tev neyaran
Bûne mezhebdar
Bûne olperest
Bûne paşverû, bi tizbî û xişt
Ta ku dijmin şikand li me ser û pişt
Me dan bin lingan dewlet û hebûn
Bûn dijminê hev perçe perçe bûn

Ta ku Kurdistan
Ta ku Kurdistan
Jar û perîşan
Ket e bin destan!
Ketin xewê, ketin xewê
Ketin xewa zilm û zorê
Ketin xewa bindestiyê
Raketin, raketin…
Yekcaran serê xwe rakirin
Lê dijmin serî zû jêkirin
Yek carna serê xwe bi hêz rakirin
Lê dijmin serî zû jêkirin

Lê li vî xakî, li vî erdî tovên jiyanê hatiye çandin
Ev erdê jiyanê ye
Germ dibe, sar dibe
Dikele, dikele, dipişiqîne
Brûskê tavê tavan hiltîne
Ronahî dike rojê li welat hiltîne
Her wekên Kawa li ser xwe pêk tîne
Niştimanperweran diwelidîne

Em in ew gela
Belê em in ejdeha
Ji xewa dîlî
Şiyar bûn niha
Dixwazin wek mêr
Tev mejî û bêr
Rabin her wek şêr
Serê xwe hildin

Çi serbilind in
Bi cîhan carek
Em bidin zanîn
Rêçika Markîs
Rêçika Lenîn

Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem
Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem

Bejin bilind in
Wek dêw bilind in
Em dest dirêj in
Serbest dibêjin
Dixwazin bi lez
Gavan bavêjin!
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?

Ne xwînxwar in em, aştîxwaz in em
Serdarên bilind, gernas in herdem
Em şer naxwazin
Divên wekhevî
Em paş ve naçin
Lê dijmin direvî!
Divên bi şêwrê, lê ew qebûl nakî
Divên biratî, lê ew qebûl nakî
Bûye wek rûvî
Li paş xwe nanêrî
Kine em

Gelo bavêm çi bikin
Naxwazin însanî
Êrîş bikin û bigrin
Histu bişkînin
Ev pîsên mirdar
Ji nav me derxînin
Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan, bimrî koledar!
Kîne em?


Kîne em sözleri, Muzik2.Net sayfasından yayınlanmıştır.
http://sarkisozleri.muzik2.net
Şivan Perwer

Şivan Perwer Tüm Şarkı Sözleri

Etiketler :
Şivan Perwer - Kîne em şarkı sözü
Şivan Perwer - Kîne em sözleri
Kîne em - Şivan Perwer şarkı sözü
Kîne em - Şivan Perwer şarkı sözleri
Kîne em sözleri
Şivan Perwer - Kîne em lyrics
Şivan Perwer - Kîne em Şarkı Sözleri Kîne em şarkı sözü ara

Yorumlar / Yorum Yap

Şivan Perwer - Kîne em şarkı sözü için yapılan yorumlar :
Bu şarkı sözü için henüz yorum yapılmamış ilk yorumu siz yapmak istermisiniz ?
Kîne em - Şivan Perwer için Yorum Yap :


Şivan Perwer
Kîne em
E.Tarihi :25-10-2013
S.Tarih :26-04-2024
Gösterim :1030

Rastgele 10 Şarkı Sözü