Hesenîko qurban ava çemê Mûradê tê û leme-lem e hoyê.
Hesen qurban wezê li qiraxa çem rûniştîme li benda te me hoyê
Wezê bêjim kelekvano ez ketime bextê te min derbasî wî alî ke
Wez kefîla heqê te me hoyê
Na na wele tê min derbas neke wezê sîng û berê xwe ji xwe re bikim kelek û gemî, wezê derbasbim cem Hesenîkê xwe, wez helala canê Hesenîkê xwe me hoyê... De lê lê wî Asê
Lo lo Hesen dîno wezê naçim Mûradê lo bilind ciya hoyê
û çû keriyê mala bavê min danîne li zozanan cem bêxêrê pezkuviya hoyê
Lo lo Hesen dîno bê te xewka min nayê gidî li nava ciya hoyê
Bira dêk û bavê min xêrê bikin û xêrê qe nebînin
Çawa min nedan Hesenîkê bi dilê min, min dane lawê Heskê Xelo ew şûndokê ser xaniya hoyê... De lê lê wî Heseno
Hesen qurban min go ji Mûradê heta vira hoyê
Ava Mûradê pêl bi pêl e derbas dibe ser pira hoyê
Hesen qurban bira agir bikeve mala fesad û awara
Wele minê bizanibiya te yê ji min ra bigota Asê xwehingê, minê bigota Hesen bira hoyê
Na na wele bişewite mala zalim û xêrnexwaza sala îsal xwîna sor nedirijiya li ser kevirê hoyê... De lê lê wî çi bike Asê
Hesenîko û asê sözleri, Muzik2.Net sayfasından yayınlanmıştır.
http://sarkisozleri.muzik2.net
Şivan Perwer